Adar 27, 2022 14:10 Asia/Tehran
  • Rûsyayê komara Azerbeycan bi binpêkirina peymana agirbestê li Qerebaxê tawanbar kir

Rûsyayê Komara Azerbeycan tawanbar kir ku peymana agirbestê ya ku piştî şerê li Qerebaxa Çiya di sala 2020'an de bi Ermenistanê re hatibû îmzekirin, bin pê kiriye.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de ragihand: "Hêzên çekdar ên Komara Azerbeycanê di 24 û 25'ê Adarê de bi ketina nav herêma ku di bin kontrola tabûra aştiyê ya Rûsyayê ya li Qerebaxê de ye, peymana sê alî ya di navbera serokên Rûsya, Azerbeycan û Ermenistanê de binpê kir.

Hêzên Komara Azerbaycanê nuqteyeke çavdêriyê ava kir û bi balafirên bêmirov 4 caran hêzên Qerebax ên li nêzî gundê Barûx bombebaran kir.

Li gorî Sky News, fermandariya tabûra parastina aştiyê ya Rûsyayê tedbîran digire. Her wiha bang li Komara Azerbeycanê kir ku hêzên xwe yên leşkerî vekişîne."

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de behsa tu pevçûnên çekdarî nekir, lê rayedarên Qerebaxê ragihandibûn ku di encama êrişê de 3 kes hatine kuştin û 15 kes jî birîndar bûne.

Rayedarên Qerebaxê dan zanîn ku hêzên çekdar ên Komara Azerbeycanê hîn li gundê Barûxê ne.

Ji bo bidawîkirina pevçûnên ku 6 hefteyan di navbera Ermenistan û Komara Azerbeycanê de li ser herêma Qerebaxê, di 9'ê Mijdara 2020'an de di navbera serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan û serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev ve peymaneke agirbestê hat îmzekirin.

Serepeyv