Adar 24, 2022 23:30 Asia/Tehran
  • Di êrîşa bi bombeyan de li Somalî 15 kes mirin

Li herêma Beledweyne ya Somalî, êrîşeke bi bombeyî ji aliyê çekdarên rêxistina Eş-Şebab ve pêk hat û di encama êrîşê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Berpirsê polîs Ahmed diyar kir, di êrîşa ku ji aliyê çekdarên rêxistina Eş-Şebab ve pêkhat de, 15 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Herwaha Ahmed di daxuyaniya xwe de diyar kir parlementereke jin ya bi navê Amîne Muhamed jî di nava kuştiyan de ye û diyar kir di teqînê de birîndar jî hene.

Herwaha hat ragehandin ev êrîşa bombeyî berî hilbijartinên meclîsê yên wê herêmê hatiye kirin û parlementer Amîne Muhemed jî dema meşandina xebatên hilbijartinê de jiyana xwe ji dest da.

Serokomar Muhamed Abdulah Fermaju û Serokwezîr Muhamed Hûseyn Roble êrîş şermezar kirin.

Serepeyv