Adar 24, 2022 21:30 Asia/Tehran
  • Serdana wezîrê karên derve yê Çînê ji bo Kabulê ku nehatibû ragihandin

Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi îro bi serdanekê gihîşt Kabula paytexta Efxanistanê û ji aliyê berpirsên hikûmeta Talibanê ve hat pêşwazîkirin.

Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi ku wek mêvan beşdarî civîna Rêxistina Alîkariya Îslamî ya li Îslam Abada paytexta Pakistanê bûbû, îro Pêncşembê 24ê Adara 2022an bi serdaneke surprîz gihîşt Kabula paytexta Efxanistanê.

Ev yekemîn serdana berpirsekî pilebilind ê Çînê di asta wezîrê derve de bo Efxanistanê piştî ketina hikûmeta berê ya wî welatî û destdanîna Talibanê li ser rêveberiyê ye.

Wang Yi li balafirgeha Kabulê ji aliyê Emîrxan Muteqî Wezîrê Derve yê Îmareta Îslamî ya Efxanistanê ve hat pêşwazîkirin û piştre bi hev re civiyan.

Serdana Wezîrê Derve yê Çînê bo Efxanistana di bin desthilata Talibanê de di demekê de ye ku hêj Çînê bi awaykî fermî hikûmeta wê rêxistinê li Efxanistanê nas nekiriye. Lê belê Wezîrê Derve yê Çînê di despêkirina Civîna Wezîrên Derve yên Rêxistina Alîkariya Îslamî (OIC) de got ku Pekîn rêzê li bijartina gelê Afgan digire û ji bo pêkanîna hikûmetek berfireh piştgirî dide wî welatî.

Berpirsê pilebilind ê Tevgera Talibanê Ehmed Yasir di twîtekê de ragihandiye, “Wezîrê Derve yê Çînê gihîşte Kabulê ji bo ligel serkirdeyên Îmareya Îslamî (ya Efxanistanê) gotûbêjan bike.”

Serdana Wezîrê Derve yê Çînê bo Kabulê û hevdîtina wî ligel rayedarên Talibanê herwiha di demekê de ye ku heftiyeke din civîna Pekînê ligel welatên cîranên Efxanistanê tê lidarxistin ku têde dê awayê pêşkêşkirina alîkariyan bo Efxanistanê bê gotûbêjkirin.

Derdora 8 mehan e koma Talibanê dest bi ser desthilata Efxanistanê de girtiye, lê hêj ti welatekî hikûmeta Talibanê bi fermî nas nekiriye. Ji bilî avakirina hikûmeteke berfireh, têkoşîna li dijî terorê û rêzgirtina ji mafên mirovan û jinan jî di nav de, ji şert û mercên welat û rêxistinên navneteweyî ye ku hikûmeta Talîbanê bi fermî nas bikin.

Ji dema hikûmeta berê ya Efxanistanê li ser desthilatê nemaye, ew welat rastî krîzeke mezin a aborî û mirovî hatiye.

Netewên Yekbûyî û ajansên navdewletî yên taybet bi alîkariyên mirovî derbarê rewşa mirovî ya li Efxanistanê de hişyariyê didin û dibêjin, zêdeyî nîvê xelkê Efxanistanê di bin hêla hejarî û birçîtiyê de dijîn ku dike 19 milyon kes.

Serepeyv