Adar 24, 2022 19:37 Asia/Tehran
  • Rûniştina NATO derbarê şerê Rûsyayê li Ukraynayê de dest pê kir

Civîna neasayî ya serokên dewlet û hikûmetên welatên endamên NATOyê îro li baregeha vê hevpeymaniya leşkerî li Brukselê, paytexta Belcîkayê dest pê kir.

Îro mehek bi ser destpêkirina êrîşa Rûsyayê ser Ukraynayê re derbas dibe. Serokên welatên endamên NATOyê li Brukselê derbarê wî şerî de dicivin.

Serkirdeyên 30 welatên endamên NATOyê îro li Brukselê civîna xwe destpê kirin û rewşa piştî êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê û siyaseta demdirêj a NATOyê li Rojhilatê Ewropayê gotûbêj kirin.

Lîderên welatên endam beriya hevdîtinê wêneyeke komî kişandin, herwiha di hevdîtinên du alî de geşedanên piştî êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê jî gotûbêj kirin.

Sekreterê vê hevpeymaniya leşkerî Jens Stoltenberg dibêje ew dê di vê civînê de biryarê li ser şandina alîkariyên zêdetir bo Ukraynayê bidin û hêza hevpeymaniyê jî li Rojhilatê Ewropayê zêde dikin.

Berpirsên Ukraynayê bi dirêjiya şer daxwaz ji welatên NATOyê kirine ku navçeya dijefirîn li welatê wan bê çêkirin, lê serokê wezîran yê Almanyayê Olaf Scholz amaje bi wê yekê dide, NATO naxwaze bi vê pêngavê rasterast ligel Rûsyayê bikeve nava şer.

Rûsyayê di mehên berî despêkirina şerê dijî Ukraynayê de pêşniyara dayîna garantiyên ewlehiyê dabû Amerîkayê û NATOyê û derbarê berfirekirina NATOyê li Rojhilatê Ewropayê jî hişyarê dabû, lê ev pêşniyar hat redkirin û hişyariya wê jî piştguhkirin. Ev mijarên hanê li kêleka daxwazên bi dû hev ên Ukraynayê ji bo endambûna di nav NATOyê de bûn sedem ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di 24ê Sibatê de fermana êrîşa ser Ukraynayê bide.

Serepeyv