Serokkomarên Rûsiye û Fransayê bi rêya telefonê li ser Ukraynê axivîn
Adar 23, 2022 10:11 Asia/Tehran
Serokkomarê Rûsiyê bi rêya telefonê di gel hevpîşeyê xwe yê fransî axivî û wan bi hev ra rewşa Ukraynê vekoland.
Gotûbêja serokkomarê Rûsiyê Vladimir Putin û hevpêşeyê wî yê fransî, Emmanuel Macron roja Sêşemiyê pêk hat.
Koşka Kremîlînê bi daxuyaniyekê derbarê vê gotûbêjê ragihand: Danûstandineke tam derbarê rewşa Ukraynê, ji wan gotûbêjên heyî di navbera nûnerên Rûsiye û Ukraynê di vê gotûbêjê da pêk hat.
Li gorî vê dxuyaniyê, ev gotûbêja telefonê bi însiyatîva aliyê fransî pêk hat.