Adar 21, 2022 10:37 Asia/Tehran
  • Pergala Berevaniya Asimanî ya Patriyota NATOyê dê biçe Slovakiyê

Wezîrê berevaniyê yê Slovakiyê ku welatê wî endamê NATOyê ye roja Yekşemiyê got: Slovakiyê wergirtina yekemîn yekîneyên Pergala Berevaniya Asimanî ya Patriyotê ku ayîdî Almanya û Holendê ne, dest pê kir.

Li gorî rapora Ajansa Anatoliyê, Jaroslav Nad, Wezîrê berevaniyê yê Slovakiyê li nav torên civakî sipasiya Almanya û Holendê ji bo cêgirkirina çekan di germegerma şerê Rûsiye û Ukraynê kir û got ku "yekemîn hêmanên Pergala Patriyotê" digihêjin Slovakiyê.

 

Wî got ku Pergala Berevaniya Asimanî dê bi awayê demkî li baregeheke asimanî ya ya bajarê Sliyakê were bicihkirin.

jaroslav Nad her wiha ku derdora 2100 leşker ji çend endamên NATOyê dê wek beşeke memûriyetê li Slovakiyê bi cih bibin.

Di vî halî da, wezîrê berevaniyê yê Slovakiyê destnîşan kir ku pergala Patriyotê dewsa pergala S-300'a Rûsiyê nagire. Lê tevî vê yekê jî wî got ku Slovakî ji ber şert û mercên teknîkî, kevnbûn û qabiliyetê kêm, dixwaze ku pergala S-300ê dewsgir bike.

 

Serepeyv