Adar 20, 2022 08:54 Asia/Tehran
  • NY: Me tu memûriyetek derbarê lêkolîna li ser îdiayên çekên biyolojîkî li Ukraynê tuneye

Nûnerê bilind ê NY careke din destnîşan kir ku haya NY ji tu bernameyeke çekên biyolojîkî li Ukraynê tuneye.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) roja Îniyê ragihnd ku wê tu memûriyetek ji bo lêkolîna li ser îdaiyên Rûsiyê derheqê hebûna bernameya çekên kîmyayî li Ukraynê tuneye, ji ber ku ev sê hefte ne şer li Ukraynê didome.

Izumi Nakamitsu, nûnerê bilind ê karên jiçekkirinê yê NY di axaftina xwe li Konseya Ewlehiyê ya NY dupat kir ku haya vê rêxistinê ji tu cûre bernameyeke çekên biyolojîk tuneye.

Nakamitsu got: "Her wiha ez dixwazim bibêjim ku NY di dema niha da ne memûriyetek û ne jî kapasîteya teknîkî an operasiyonî ji bo vekolandina van zanyariyan heye."

Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê di roja 10ê Adara 2022an da ragihand ku hin belge bi dest xistine ku nîşan dide labratuwarên biyolojîkî yên di bin piştevaniya Amerîkayê da li Ukraynê, hin ceribandin di gel nimûneyên Vîrûsa Koronayê ya şeverûtê pêk anîne.

 

 

Serepeyv