Adar 17, 2022 10:33 Asia/Tehran
  • Li Deryaya Reş 3 keştî hatin mûşekbarankirin

Panamayê ragihand ku li Derya Reş, 3 keştiyên wan ketin ber êrîşeke mûşekî û yek ji wan ketiye binavê.

Hikûmeta Panama ragihand, 3 keştiyên ku ala wî welatî li ser bûn, li Derya Reş ji destpêka şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de rastî êrîşekê hatin û yek ji wan bin av bûye.

Wezîrê Deryavaniyê yê Panamayê Noriel Arauz di daxuyaniyekê de got ku keştiyeke wan binav bûye, lê amaje bi hejmara qurbanî û ziyanan nekiriye. 

Bi gotina Noriel Arauz ew sê keştî rastî êrîşa mûşekî ya Rûsya hatine, lê hemû endamên tîmên wan selamet in.

Li gor heman çavkaniyê, zêdetirî 10 keştiyên din ku ala wî welatî li ser bûye, di Derya Reş de asê mane û amaje bi wê yekê da ku Hêzên Deryavaniya Rûsya, tevgera keştiyan sînordar dike.

Serepeyv