Adar 16, 2022 08:54 Asia/Tehran
  • Şer û pevçûn li ber deriyê Kievê: Li wî bajarî qedexe hat ragihandin

Berpirsên Ukraynayê li Kîevê bo 35 saetan qedexeya hatûçûnê ragihandin û ji xelkê xwestin ku li malên xwe bimînin.

Pîrejineke mala wê şewitiye, ku hê jî dûman jê bilind dibe û heyiriye çi bike... Dest ji girînê bernade û tîmên rizgarkirinê wê aram dikin.

Ew jin yek ji dehan qurbaniyên êrîşa Rûsyayê ya li dijî avahiyeke 16 qatî ya li rojavayê Kîeva paytexta Ukraynayê ye.

Nişteciyê Kievê Gura Livbof dibêje: “Saet 4:20 bû, dengekî bilind hat, keça min bezî ku bizane ez sax im. Derî û pencereyên mala me yek jî nema. Min û keça xwe nikaribû deriyê odeya zava û neviyên xwe vekira. Me derî şikand û ew rizgar kirin.”

Li gor daxuyaniya fermî ya şaredariya Kievê di êrişekê de kesekî canê xwe ji dest da û 27 kes jî birîndar bûn.

Xelkê avahiyê matmayî mabûn, nedizanîn di êrîşê de kî hatiye kuştin, lê ji wê piştrast bûn ku şer gihiştiye ber derî.

Nişteciyê Kievê Arter dibêje: “Saet derdora 5ê ez bi dengê teqînekê şiyar bûm. Destpêkê wiha fikirîm ku avahiya cîranê me dişewite. Min derî vekir û dît ku dûman li aliyê me ye, êdî min zanî ku avahiya me dişewite."

Berpirsên Ukraynayê li Kîevê bo 35 saetan qedexeya hatûçûnê ragihandin û ji xelkê xwestin ku li malê xwe bimînin. Şaredarê Kievê dibêje ku paytext “di demeke dijwar û pir xeternak de ye.”

Neteweyên Yekbûyî dibêje, di şerê sê hefteyan ê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de heta niha 596 sivîl hatine kuştin.

Serepeyv