Adar 13, 2022 12:54 Asia/Tehran
  • Li Lîbyayê qayîxa koçberan noqî avê bû: 19 kesan canê xwe ji dest dan

Li avên bajarê Tobruq a li rojhilatê Lîbyayê qayîxa ku koçberên neqanûnî têdebûn noqî avê bû di encamê de 19 kesan canê xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Weqfa Xizmetên Mirovî û Alîkariya Koçberan a Lîbyayê, di wê qayîxa ku noqî avê bûye de koçberên ji Misir û Sûriyê hebûne û tenê karîne termê kesekî ji avê derbixin.

Herwaha hat ragehandin 3 koçber jî hatine rizgar kirin û ew rakirine nexwaşxanê, lê bi giştî 19 kesan canê xwe ji dest dane.

Serepeyv