Adar 13, 2022 08:48 Asia/Tehran
  • Borrell: Me di soza endamtiya Ukraynayê ya NATOyê de xeletî kir

Berpirsa sîyaseta derve ya Yekîtîya Ewropa îtîraf kir ku rojava bi xeletî soza endametîya Ukraynayê di NATO de da.

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Joseph Borrell roja Şemiyê ji zarê ajansa nûçeyan a Fars Newsê re got: "Me tiştên ku em nikarin garantî bikin, ji wan re pêşniyar kirin, nemaze tevlîbûna Ukraynayê nav NATOyê." Ev qet çênebû. Ez difikirim ku eva xeletiyek eşkera bû ku me ew sozana da wan ku qet me nikarî wan cih bînin.

Borrell destnîşan kir ku Rojava di avakirina têkiliyên bi Rûsyayê re xeletî kiriye û wiha got: "Me firsend ji dest da ku em Rûsyayê nêzî Rojava bikin da ku êrîşa li ser Ukraynayê rawestînin."

Berpirsa sîyaseta derve ya Yekîtîya Ewrupayê roja Pêncşemê di hevpeyvînekê de ligel France Info li ser mijarên wekî rewşa niha ya peywendîyên Yekîtîya Ewrupa bi Rûsya re axivt bi taybet di vê rewşê de ku kirîza Ukraynayê girantir bûye û siza û fişarên welatên rojavayê li ser Rûsyayê jî her diçe zêde dibin.

Joseph Borrell amaje bi wê yekê jî kir, ku Yekîtiya Ewropayê ji bo sepandina sizayan li ser Rûsyayê hemû tişt kiriye û niha nikare zêdetir ji vê yekî bike.

Borrell got, "Der barê cezayên darayî de, hûn her gav dikarin pêşdetir biçin, lê em gihîştine nuqteyek ku em nema dikarin berdewam bikin." Me her tişt ji destê me dihat kir.

Serepeyv