Adar 12, 2022 20:13 Asia/Tehran
  • Brîtanya 386 parlamenterên Rûsyayê boykot kir

Brîtanyayê 386 endamên meclisa Rûsyayê ji ber piştgirîkirina şerê Rûsyayê li dijî Ukraynayê û naskirina herêmên Luhansk û Donetskê boykot kir.

Li gorî rapora îro şemiyê ya IRNA`yê, Brîtanyayê her wiha ragihand ku ji bo zêdekirina zextên dîplomatîk ên li ser Moskowê ji ber êrişa ser Ukraynayê, hinardekirina kelûpelên pirbiha bo Rûsiyê radiwestîne.

Hevdem Seroka Komisyona Ewropayê Ursula von der Leyen daxuyaniyekê de û got: Ewropa bi biryar e roja Şemiyê bi boykotên bazirganî yên nû li dijî Moskowê bikeve tevgerê ji ber ku welat ti nîşanek ji bidawîanîna şerê xwe li Ukraynayê nîşan nade.

Îhalata(derkirîna) kelûpelên bingehîn di sektora hesin û pola de ji Rûsyayê, hinardekirina her kelûmelên luks ên Yekîtiya Ewropayê ji bo Rûsyayê, û qedexekirina veberhênanên nû yên Ewropî di sektora enerjiyê ya Rûsyayê de ji cezayên nû ne.

Piştî liv û tevgerên vê dawiyê yên welatên rojava li nêzîkî sînorê Rûsyayê, Serokomarê vî welatî Vladimîr Pûtîn roja 24ê Sibatê li ser daxwaza alîkariya leşkerî ya rêberên komarên Donetsk û Lohanskê li rojhilatê Ukraynayê fermana operasyoneke leşkerî ya taybet da . Piştî wê firokeyên şer, top û mûşekên Rûsî çeperên artêşa Ukraynayê kirin armanc.

Putîn dibêje: Operasyona Rûsyayê li Ukraynayê ne destpêka şer e; Ev hewldanek e ku pêşî li şerekî li seranserê cîhanê bigire.

Bi berdewamiya şerê li Ukraynayê, reaksiyonên cîhanî yên li hemberî vê kiryara Rûsyayê berdewam dike, boykotên aborî û zextên dîplomatîk û gef û cezayên navneteweyî yên li dijî Rûsyayê her diçe zêde dibin.

Serepeyv