Adar 12, 2022 09:33 Asia/Tehran
  •  ​​​​​​​Hêzên Rûsyayê Kîevê dorpêç dikin

Hêzên Rûsyayê nêzîkî Kîevê bûne, li aliyekî din jî Rûsya Ukraynayê bi hevkariya bi Waşîngtonê re tawanbar dike.

Hêzên Rûsyayê duh nêzîkî Kîevê bûne. Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky Moskov tawanbar kir ku korîdorên mirovî dike armanc.

Hîn jî bi sedan sivîl li bajarên Ukraynayê asê mane. Hemwextî vê yekê piştî diyalogên di navbera wezîrên karên derve yên Rûsya û Ukraynayê de bi dawî bûn, bombebarana Rûsyayê dest pê kir.

Civata Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ji Rûsyayê xwest ku "çekên biyolojîk" nîqaş bikin.

Rûsyayê jî hikumeta Kîevê tawanbar kir ku bi Amerîkayê re hevkariyê dike da ku çekên biyolojîk çêke, lê Amerîka û Ukraynayê ev yek derewand.

Hêzên Rûsyayê heta niha herî kêm 4 bajarên mezin dorpêç kirine û hêzên wê gihaştine bakurê Kîevê.

AFP`ê jî ragihand ku rayedarên Ukraynayê gotine derdora sed hezar kes ji bajarê Somê yê li bakurê rojhilatê welêt û bajarê Isium û herêmên bakurê rojavayê Kîevê derketine.  Ev geşedan piştî hevdîtina wezîrên karên derve pêk hatin.

Rayedarên Ewropayê ev 2 roj in têkildarî bandorên liv û tevgerên leşkerî yên Rûsyayê yên li Ukraynayê li hev civiyane.

Serepeyv