Adar 11, 2022 16:45 Asia/Tehran
  •   Pentagon dibêje hêzên Ûris heta 15 kîlometreya nêzî Kîevê bûne

Rayedarekî payebilind ê Pentagonê rewşa şerê Rûsya-Ukraynê ji bo komek rojnameger nirxand û got: "Hêzên Ûris ên ji bakurê rojhilatê welêt va ber bi paytext Kîevê tên pêşva diçin. Hê jî nêzî Gostomelê ne û 5 kîlometre nêztirê Kîevê bûn."

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Rayedar ji bo pirsa hêzên Ûris çiqas dûrî Kîevê ne jî bersiv da û got: "Bi qasî 15 kîlometreyan di navbera wan û Kîevê da mesafe heye."

Rayedar got ku artêşa Ûris ji alîyê rojhilat va ji du milan va ber bi Kîevê dimeşe û niha dora Çenîhîvê bi tevahî girtine.

Serepeyv