Adar 09, 2022 21:00 Asia/Tehran
  •  ​​​​​​​Rûsya korîdorên ewle vedike-Amerîka şerê aborî yê li dijî wê gurr dike

Rûsyayê ragihand ku ew amade ye îro korîdorên ewle ji bo derxistina sivîlan ji Kîevê û 4 bajarên din veke. Amerîkayê jî şerê aborî yê li dijî Rûsyayê bi rêya qedexekirina hinardeyên petrolê zêde kir.

Rûsyayê ragihand ku ew amade ye îro korîdorên mirovî veke da ku sivîl ji Kîevê û 4 bajarên din derkevin. Li gorî ajansa nûçeyan a Rûsyayê Tass ku agahiyên xwe dispêre serokê Navenda Rêveberiya Parastina Nîştimanî ya Rûsyayê Mîxaîl Mizintsev, Rûsyayê da zanîn dê korîdorên mirovî ji bo derxistina sivîlan ji Kîev, Chernîhîv, Sumy, Kharkov û Mariupolê veke.

Lê diyar bû ku korîdor ber bi Rûsyayê yan jî Belarûsê ve ne û hikumeta Ukraynayê ev yek red kiribû.

Cîgirê serokê Rêveberiya Serokatiya Ukraynayê Kirilo Tymoshenko ragihand ku heta niha nêzî 5 hezar sivîl ji Sumy hatine derxistin û hejmara penaberan zêdetirî 2 milyon kesan e.

JI aliyê din ve Amerîkayê hinardeyên petrola Rûsyayê qedexe kir. Di encamê de buhayê petrolê ji sedî 30 zêde bû.

Ruxmî ku dibe ev yek fatoreyan zêde bike jî lê serokê Amerîkayê Joe Biden got divê hempîşeyê wî yê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn encama destwerdanê bibîne.

Brîtanyayê jî diyar kir ku dê hinardeyên petrolê û berhemên wê yên Rûsyayê heta dawiya 2022’yan re rawestîne. YE`yê jî plansaziya xwe ya kêmkirina bikaranîna gaza ji Rûsyayê tê, eşkere kir.

Kremlîn got ew ji destwerdanê armanc dikin ku Ukrayna çekan deyne, rêveberên wê yên “nazî” ji serokatiya welêt dûr bixin. Ukrayna û hevalbendên wê yên rojavayî dibêjin ev hinceteke bêbingeh.

Serepeyv