Adar 09, 2022 17:19 Asia/Tehran
  • Amerîka du bataryayên Patriot dişîne Polonyayê

Fermandariya Artêşa Amerîkayê ya li Ewropayê eşkere kir ku ew dê du bataryayên berevaniya esmanî yên Patriot bişînin Polonyayê û armanc jî tenê bo xweparastinê ye û ti armanceke wê ya êrişkirinê nîne.

Fermandariya Amerîkayê ya li Ewropayê bi daxwiyaniyeke nivîskî ragihand ku, fermandarê wan yê Ewropayê General Tod Wolters ferman daye du bataryayên Patriot ên berevaniya esmanî bişînin Polonyayê.

Di daxwiyaniyê de tê gotin ku li ser daxwaza Polonyayê û fermana General Wolters dê du bataryayên Patriot ên ku li Fermandariya Afrîqayê bûn derbasî Polonyayê bên kirin û li wir bên bicîhkirin.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye tekezkirin ku bicîhkirina van bataryayan tenê bo xweparastinê û ne bo êrîşkirinê ye.

Şandina sîstema mûşekî ya berevaniya esmanî ya Patriot bo Polonyayê ji aliyê Amerîkayê ve di demekê de ye ku êrîşa Rûsyayê bo ser Ukrayanyê îro derbasî roja xwe ya 14an bûye û hêj ti asoyeke zelal ji bo agirbesteke daîmî yan dawîbûna şer nayê dîtin.

Serepeyv