Adar 08, 2022 15:30 Asia/Tehran
  • Serokê Ukraynayê li ser mercên Rûsyayê helwesteke erênî nîşan da

Serokê Ukraynayê dibêje, “Gelê ku ez hilbijartime ji bo xweradestkirinê amade nîne. Lê em amade ne dahatûya Kirim û Donbasê gotûbêj bikin.”

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ji AFPê re li ser rewşa Ukraynayê û mercên Rûsyayê yên ji bo rawestandina şer axivî.

Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov berî niha ragihandibû eger Ukrayna Kirimê wek axa Rûsyayê nas bike, îtîraf bi serxwebûna Donetsk û Luganskê bike û herwiha di destûra xwe de zelal bike ku nabe endama ti eniyan û dê bêalî bibe, ew dê êrişa li ser Ukraynayê rawestînin.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky jî li ser van mercên Rûsyayê helwesteke erênî nîşan da û got, “Em amade ne dahatûya Kirim û Donbasê gotûbêj bikin û em dikarin çareseriyekê bibînin ka xelkê li wê herêmê dê çawa bijî.”

Zelensky herwiha li ser rewşa şer û zêdebûna êrişên Rûsyayê jî got, “Gelê ku ez hilbijartime ji bo xweradestkirinê (di mercên Rusyayê de) amade nîne.”

Zelensky diyar kir, “Artêşa Rûsyayê bajarê Sumy bordûman kir û tora Internetê li Maruipol jinav bir.”

Zelensky amaje bi sozên welatên Ewropayê jî kir û got, “Welatên Rojava sozên xwe li gel me cîbicî nekirine” û derbarê NATOyê de jî tekez kir, “Em qet ti irîngiyê nadin NATOyê ku ji rûbirûbûna Rûsyayê ditirse.”

Serepeyv