Adar 08, 2022 09:18 Asia/Tehran
  • Li çend bajarên Ukrayna ‘agirbesta demkî’

Rûsya ragihand ku ew ê li çend bajarên Ukrayna ji sibeha îro ve dest bi agirbestê bikin da ku derfetê bidin derxistina sivîlan bi rêya korîdorên mirovî. Agirbestê 07.00ê sibehê destpê kir.

Şaneya Wezareta Berevaniya Rûsya ya taybet bi karê mirovî li Ukrayna, di daxuyaniyekê de ragihand, Rûsya agirbestê radigihîne û îro (08/03/2022) bi dema Moskow ji demjimêr 07.00 sibehê ve destpê dike.

Şaneya Wezareta Berevaniya Rûsya ya taybet bi karê mirovî li Ukrayna, dibêje, heya niha detshilata Ukrayna garantiya karê korîdorên mirovî nekiriye û amaje bi wê yekê dide ku rewş li gelek bajarên Ukraynayê bilez têk diçe û gihiştiye asta karesata mirovî.

Li gor medyaya Rûsya, armanca rawestandina şer veguhastina sivîlan e li bajarên Kyiv, Xarkêv, Somî, Tşernîgov û Maryopol.

Moskowê herwiha ragihand ku ew ê desthilata Ukrayna bi rêyên nû yên veguhastina sivîlan agahdar bike da ku erê bike.

Rûsyayê duh jî ragihandibû, wan li çend cihan şer rawestand ji bo veguhastina sivîlan ji ber ku rewş gelekî xirab bûye û xwarin nema peyda dibe.

Lê Ukrayna red kir ku sivîl bi rêya wan deriyan bêne veguhastin ji ber ku 4 derî yên ji wan 6 deriyan ku Moskow pêşniyar kiribûn, diçine Rûsya yan jî Belarusê.

Sêyemîn gera hevdîtinan a di navbera rayedarên Ukrayna û Rûsyayê de duh birêve çû û piştî civînê herdu aliyan tekez kir, “Di warê korîdorên alîkariyên mirovî de pêşhatên erênî çêbûn. Korîdorên alîkariya mirovî 8ê adarê vedibin.”

Serepeyv