Adar 06, 2022 13:41 Asia/Tehran
  • Zelensky: Divê gel li hemberî hêzên Rûsyayê li ber xwe bide

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelinsky bang li gelê Ukraynayê kir ku berxwedana xwe ya li dijî hêzên Rûsyayê bidomîne.

Li gorî rapora IRNA`yê; Zelensky şeva Şemiyê li ser Facebookê di peyameke vîdyoyî de ji gelê Ukraynayê re got: "Li hemû bajarên Ukraynayê divê gel dakevin kolanan û êrîşî hêzên Rûsyayê bikin."

Serokomarê Ukraynayê pesna berxwedana gelê vî welatî da û diyar kir "Vegerandina her bostekê xaka me gavek ber bi serkeftinê ve ye" .

Zelensky bang li Ukrayniyan kir ku berxwedanê bidomînin eva di rewûekê de ye ku kanala televizyonê ya Russia 24 ragihand ku hêzên rûsî gihêştine çend kîlometreya paytexta Ukraynayê Kîevê.

Di 24ê Sibatê de, Rûsyayê bi fermî "operasyoneke leşkerî ya taybet" li dijî Ukraynayê ragihand û da zanîn ku operasyona wê ya li Ukraynayê ne destpêka şer e, lê hewldanek ji bo pêşîgirtina li şerekî cîhanî ye.

Lê gelek welatên cîhanê, Ewropa û Amerîka jî di nav de, yekser ev pêngava Rûsyayê wek şerekî li dijî Ukraynayê şermezar kirin û dest bi sepandina zextên xwe yên dîplomatîk û aborî li ser Rûsyayê kirin.

Serepeyv