Adar 05, 2022 10:20 Asia/Tehran
  • Koma 7ê li ser Ukraynê daxuyaniyek da

Wezîrê karên derve yên Koma 7ê (G7) bi weşandina daxuyaniyekê derbarê tiştê ku wek rewşa qeyranî ya mafên mirovan û kuştina welatiyên sivîl li Ukraynê dan zanîn, nîgeraniya xwe diyar kir.

Li gorî rapora Reutersê, Wezîrê karên derve yên Koma 7ê roja Înê bi daxuyaniyeke hevpar ragihand: Em dupat dikin ku dewama kêşeyan navbera MNosko û Kiyêvê, li gorî qanûnên mirovdostane qedexe ye û em ê hesabê ji sebebkarên bikaranîna bêhesab a çekan li diojî welatiyên sivîl bipirsin.

Wezîrên derve yên Kanada, Fransa, Îtalya, Almanya, Japon, Brîtanya û Amerîkayê her wiha ji Rûsiyê xwestin ku operasiyona xwe ya leşkerî li kêleka hêzgehên navokî yên Ukraynê rawestîne.

Wezîrê karên derve yên Koma 7ê di vê daxiyaniyê da tevî tekeziya li ser sepandina boykotên zêdetir li dijî Rûsiyê, îdia kir: Vladîmîr Pûtîn serokê Rûsiyêû Elêksandêr Lokaşênko serokê Blarûsê berpirsyarê tam ê dûhatên civakî û aborî yên van boykotan in.

 

Serepeyv