Adar 04, 2022 10:12 Asia/Tehran
  • Teqînên lidûhev paytexta Ukraynê hejand

Çavkaniyên nûçeyan berbanga Înê qala qewimîna sê teqînan li Kiyêva paytexta Ukraynê kir.

Li gorî rapora El-Cezîreyê, Sê teqînên giran li Kiyêvê qewimîne; Li pey van teqînan dengê zzengila xeterê li vî bajarî hatiye bihîstin.

 

Berbanga Pêncşemiyê jî çar teqînan Kiyêv hejandibû û rayedarên bajêr ji gel xwestibûn ku li malê bimînin an biçin sitargehan.

Li gorî rapora Dayli Mealê, Jeneral Andrêy Soxotskî ku alîkarê fermandarê tîpa 41ê ya Artêşa Rûsiyê ye di pevçûna di gel hêzên ukraynî da hatiye kuştin.

Mirina vî rayedarê leşkerî yê Rûsiyê hîn bi awayê fermî ji aliyê Wezareta berevaniya Rûsiyê va nehatiye piştrastkirin; Lê Sêrgêy Çîpîliyov ji hevkarên wî li nav torên civakî qala mirina wî kir.

Kremlînê ragihand ku di 8 rojan "Operasiyona taybet a leşkerî" li Ukraynê 498 hêzên vî welatî hatine kuştin û 1600 kes jî birîndar bûne.

Lê Ukrayn îdia dike ku heta niha 9 hezar hêzên artêşa Rûsiyê li Ukraynê hatine kuştin.

 

Serepeyv