Adar 03, 2022 15:49 Asia/Tehran
  • Boykotên nû yên Amerîkayê li dijî 22 şîrketên leşkerî yên Rûsyayê

Wezîrê Derve yê Amerîka derbarê 22 kompanyayên leşkerî yên Rûsyayê de boykotên nû sepandin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Anthony Blinken wezîrê karên derve yê Amerîkayê duh (çarşemê) got: Kompaniyên ku dê bên cezakirin, ji wan kompaniyên çêkirina firokeyên şerker, wesayîtên zirêhî, mûşek, firokeyên bêpîlot û sîstemên şerê elektronîk in.

Blinken di dewama gotinên xwe de îdia kir: "Ev sîstem niha ji bo êrîşa li ser gelê Ukraynayê, binpêkirina mafên mirovan û yasayên mirovî yên navneteweyî têne bikaranîn".

Blinken ji kontrolên hinardekirinê li dijî Belarusê axivî û got: "Em ê şiyana Belarusê ya jiderkirîna (îthalkirina) teknolojiyên sereke asteng bikin."

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn sibeha Pêncşemê (24ê Sibatê) fermana operasyoneke leşkerî ya taybet li herêma Donbasê da weke bersivekê li ser daxwaza alîkariya leşkerî ya rêberên komarên Donetsk û Luhansk li rojhilatê Ukraynayê.

Rûsya di wê baweriyê de ye ku Ukrayna erkên xwe yên li gorî peymanên Mînskê yên çmzabûyç di salên 2014 û 2015’an de ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera cudaxwazan û Kîevê de, pêk neaniye.

Bi berdewamiya agirê şer, reaksiyonên cîhanî li hember vê bûyerê berdewam in û zextên dîplomatîk û gef û cezayên navdewletî li dijî Rûsyayê her diçe zêde dibin.

Serepeyv