Adar 02, 2022 08:39 Asia/Tehran
  • Amerîkayê 12 dîplomatên Rûsyayê derxistin, Moskow jî dê bersivê bide

Piştî ku Amerîkayê 12 dîplomatên Rûs derxistin, Moskowê jî pêgirî kir ku dê bersivê bide.

Marya Zaxarova Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê di daxûyanîyekê da ku li malpera vê wezaretxanê hat weşandin, nivîsî: Em dê himberî derxsitina dîplomatên xwe ji Amerîkayê bersiveke guncav bidin û ew bersiva guncav bê guman dê bê dayîn.

Zaxarovayê herwiha got: Her cara ku Amerîka li meydana dîplomasîyê derdide, hewil dide tolê hilîne û cîgeha vî welatî weke mazovan jibo NY bi awayekî narewa bi kar bîne.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê herwiha got: Moskow karê Waşîngtonê yê derxistina dîplomatên rûs ji avahîya NY karek di çarçova aloz û reştirkirina peywendîyên di navbera Rûsya û Amerîkayê da dizane.

Vasîlî Nebenzîya Balyoz û Wekîlê Dayimî yê Rûsyayê li NY duh danê êvarê ragihand ku Amerîkayê 12 dîplomatên Nuneratîya Dayimî ya Rûsyayê li NY ``merivên nebaş`` dane zanîn.

Serepeyv