Adar 02, 2022 08:25 Asia/Tehran
  • Rûsya hêzê li dora Kîevê bi cih dike

Rûsya li dora paytexta Ukrayna Kîevê hêzê bi cih dike. Gihaşte ber deriyê Khersone. YE jî bi biryareke 'dîrokî', wê alîkariya 'çekên kujer' hêsan bike.

Êrîşa Rûsya ya li ser Ukranayê ku 24'ê Sibatê dest pê kirî di roja 6'an de didome.

Piştî hevdîtinên 28'ê Sibatê ya li ser sînorê Belarûsê ya di navbeyna her du aliyan de, şande ji bo ku şêwra xwe bikin vegeriyan paytextên xwe. Tê payin hevdîtina dora dudiyan di nêz de bibe.

Ji dîmenên peykê yên li qadê xuya dike artêşa Rûs bi qasî 25 km nêzî Kîevê bûye, li ser xeteke 60 kmy leşker hatine bicihkirin.

Li rojhilatê bakurê bajêrê herî mezin ê duyan Kharkîv ji hêla artêşa Rûs ve tê bombekirin. Li gorî rayedarên Ukraynî bi kêmanî 11 kes mirin, bi dehan jî birîndar bûn.

Bajarê Herson yê li bakurê Kirimê hatiye dorpêçkirin. Şaredarê Hersonê Îgor Kolîhayev li ser hesabê Facebookê got, ''Artêşa Rûs li têketina Hersonê bend danîn. Mirov nizane bê ka wê çi bibe'' û got, ''Herson Ukrayna ye, wê weke Ukrayna bimîne. Herson li ber xwe dide.''

Ji dîmenên li ser medyaya dijîtal xuya dibe artêşa Rûs dikeve vî bajarê ku 290 hezar kes lê dijîn.

Artêşa Rûs baregeheke li bajarê Ahtîrka ya li herêma Sumî bombe kiribû. Waliyê Sumî Dîmîtrî Jîvîtskî li ser rûpela Facebookê got ji ber bombekirinê ji 70'yî zêdetir leşkerên Ukraynî mirine.

Li gorî Ukraynayê ji detpêka şer û vir, ve 350 sivîl mirin. Lê Rûsya dibêje wan sivîl nekirine hedefa xwe.

Li gorî Komîseriya Payebilind a Penaberan a Yekîtiya Ewropayê (YE) ji 24'ê Sibatê û vir ve bi qasî 500 hezar Ukraynî xwe li welatên cîran girtine.

Di çarçoweya zextîn welatên rojavayê de wê mal û milkê Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn were cemidandin û her wiha qada ezmanî li balafirên Rûsyayê were girtin.

YE wê bihayê 450 milyon euroyî çekên kujer ji Ukraynayê re bişîne.

Serepeyv