Sibat 26, 2022 09:57 Asia/Tehran
  • Bloka Rojava hewil dide Rûsiyê li NY mehkûm bike

Li pey vetoya biryarnameya pêşniyazkirî ya Amerîkayê li Konseya Ewlehiyê ya NY ji aliyê Rûsiyê va, Bloka welatên rojavayî daxwaza hilêxistina qeyrana Ukraynê li civata gelemperî ya NY ji bo mehkûmkirina Rûsiyê kir.

Endamên Konseya Ewlehiyê ya NY berêvara Îniyê li hev civiyan da ku piştî gotûbêjên aşkira û xusûsî yên çendrojî derbarê pêşnivîsa biryarnameyekê li dijî Rûsiyê, biryar bidin.

Ev di halekî da ye ku Moskoyê biryarnameya pêşniyazkirî ya Amerîkayê li dijî xwe veto kir û hewildanên Waşîngton û hevpeymanên wê tûşî şikestê anî.

Ev sêyemîn civîna awarte ya Konseya Ewlehiyê di vê hefteyê bû da ku derbarê biryarnameyekê li dijî Rûsiyê ku bi xwe serokê Koneya Ewlehiyê di meha Sibatê da ye û endameke xwedann mafê vetoyê ye, biryar bide.

Di dengwergirtinê da, 11 endamên hertimî û ne hertimî yên Konseya Ewlehiyê dengê Erê, welatekî dengê Na û sê welatan yanî Çîn, Hind û Imaratê dengê Bêla da.

Ev biryarname ji ber dengê Na ya Rûsiyê ku endamê hertimî yê Konseya Ewlehiyê û xwedan mafê Vetokirinê ye, nehat pesendkirin.

 

 

Serepeyv