Sibat 25, 2022 16:28 Asia/Tehran
  • Volodymyr Zelenskyy daxwaza gotûbêjê ji Pûtîn kir

Volodymyr Zelenskyy serokomarê Ukraynê bi peyameke vîdyoyî ku li kanala xwe ya Telegramê weşandiye, ji Vladîmîr Pûtîn hevpêşeyê xwe yê ûris xwest ku gotûbêj bikin.

Li gorî rapora Sputnik'ê, Volodymyr Zelenskyy roja Îniyê di vê peyamê da got: Ez dixwazim careke din ji serokkomarê Rûsiyê bixwazim ku ji bo pêşîlêgirtin ji mirina gel, em gotûbêj bikin.

Daxwaza ji bo gotûbêjê rojek piştî wê pêk tê ku Volodymyr Zelenskyy ragihand ku Kiyêvê peywendiyên xwe yên dîplomatîk tev Moskoyê qut kirine.

Di vî halî da, Sêrgêyî Lavrov wezîrê derve yê Rûsiyê destnîşan kiriye ku Mosko di her kêliyekê da û derdem ku artêşa Ukraynê çekên xwe li erdê dayîne, amadeyî gotûbêja bi Ukraynê ra ye.

Lavrovî her wiha got: Volodymyr Zelenskyy gotûbêjên derbarê dabînkirina ewlehiyê red kiriye û îdiaya wî derbarê amadetiya ji bo gotûbêja tev Rûsiyê, ji binî va derew e.

Serokomarê Ukraynê berbanga Îniyê di axaftineke televîziyonî da got: Em ji Rûsiyê natirsin, lê garantiyên ewlehiyê bo welatê me çi ne? Alî û welatên ku garantiyên wiha didin, li ku ne?

Volodymyr Zelenskyy tevî rexneya nerasterast ji welatên rojavayî, got: Wan em di şerê di gel Rûsiyê da bi tenê hîştin.

Li gorî nûçeyeke din, Kanala NTV'ya Rûsiyê roja Îniyê ragihand: Volodymyr Zelenskyy terka Kiyêvê kiriye û aniha di baregeheke binerdî li navçeyeke derveyî paytextê dimîne.

 

Serepeyv