Sibat 25, 2022 13:49 Asia/Tehran
  • Nûçeyên dinhev derbarê ketina bajarê Kiyêvê

Nûçeyên dijhev qala ketina bajarê Kiyêva paytexta Ukraynê dikin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Çavkaniyên agah qala derbasbûna hêzên Rûsiyê bo nav Kiyêva paytexta Ukraynê û girtina rawestegeheke Metroyê kir.

Bi derbasbûna erebeyên zirêhî yên artêşa Rûsiyê bo taxa Apolona Kiyêvê, pevçûn li vê taxê dest pê bûn.

Wezîrê berevaniyê yê Ukraynê jî ragihand ku hêzên rûsî bi kincên leşkerên ukraynî derbasî bajarê Kiyêvê bûn.

Lovîd Astîn wezîrê berevaniyê yê Amerîkayê çend saet berê di têkiliya telefonî tev endamên Kongreya Amerîkayê got ku hêzên peya yên Rûsiyê ku ji aliyê Blarûsê va derbasî Ukraynê bûne, derdora 32 kîlomitriya Kiyêvê ne.

Antonî Blînken wezîrê derve yê Amerîkayê jî di gotûbêjekê da got ku renge Kiyêv were dorpêçkirin.

 

 

Serepeyv