Sibat 24, 2022 10:33 Asia/Tehran
  • Biden bi Serokê Ukraynayê Zelenskiy re axivî

Serokê Amerîkayê Joe Biden di axaftina xwe ya têlefonê ya digel Serokê Ukraynayê Zelenskiy de operasyona leşkerî ya Rûsyayê ya dijî xaka Ukraynayê şermezar kir û piştevaniya Amerîkayê ya ji bo Ukraynayê dubare kir.

Serokê Amerîkayê Joe Biden di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir, Serokê Ukraynayê Zelenskiy li wî geriya.

Biden wiha got, "Min êrîşên hêzên leşkerî yên Rûs ên nepêwîst û nemeşrû şermezar kirin. Civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya îro jî di nav da min der heqê şermezarkirinên ku dê di qada navneteweyî  were kirin de agahî da Zelenskiy.”

Serokê Amerîkayê da zanîn ku Zelenskiy ji wî xwest ku bangî serokên dinyayê bike ku bi awayekî eşkere li dijî êrîşa Rûsyayê derkevin û got: “Ji min re gor piştgiriyê bidin gelê Ukraynayê. Ez ê bi serokên G7ê re peywendiyê daynim, Amerîka û hevkar û hevpeyamnên wê dê li dijî Rûsyayê sizayên giran bisepînin. Em ê piştgirî û alîkariya ji bo Ukraynayê û her wiha gelê wê bidomînin."

Serepeyv