Sibat 23, 2022 21:13 Asia/Tehran
  • Biden: Naskirina Donetsk û Luhansk wek welatên serbixwe destpêka dagîrkirinê da zanîn

Serokê Amerîkayê Joe Biden gavên Rûsyayê yên ji bo Ukraynayê weke "destpêka dagîrkirinê" bi nav kir û beşa yekem a sizayên li dijî Rûsyayê ragihand.

Serokê Amerîkayê Joe Biden di civîna rojnamevanî de ya ku li Qesra Spî li dar xist bal kişand ser wê yekê ku Serokê Rûsyayê ragihandibû ku ew 2 herêmên li Ukraynayê weke "dewletên serbixwe" nas dikin û got, "Eger em bi sadeyî vî tiştî pênase bikin, Rûsyayê perçeyek mezin a Ukraynayê jê veqetand.”

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin Duşembê 21ê Sibata 2022an di gotarekê de serxwebûna du navçeyên Donetsk û Luhansk ên herêma Donbas a Ukraynayê nas kir û rêkeftina dostanî û hevkariyê ligel wan îmze kir.

Joe Biden ev gava Putîn weke "destpêka dagîrkirinê" ya Ukraynayê da zanîn.

Biden diyar kir ku Rûsyayê hiqûqa navneteweyî binpê kiriye û divê bersiveke tund bê dayîn û got, ew ê li gorî berê dest bi sizayên girantir li ser Rûsyayê bikin.

Biden ragihand ku li dijî 2 saziyên mezin ên fînansê yên Rûsyayê biryara sizayan dane û dê ji bo kesên nêzîkî Serokê Rûsyayê Putîn jî siza bikin.

Serokê Amerîkayê herwiha anî ziman ku wî biryar daye ku hêz û alavên xwe li welatên Baltikê zêde bike.

Herêma Donbasê dikeve rojhilatê Ukraynayê û li ser sînorê Rûsyayê ye û herdu navçeyên Donetsk û Luhansk ên cudaxwaz li wê herêmê ne. Ji sala 2014an ve beşek ji navçeyên Donetsk û Luhansk di bin kontrola hêzên cudaxwaz ên alîgirên Rûsyayê de ye.

Serepeyv