Sibat 23, 2022 20:42 Asia/Tehran
  • Zêdebûna krîza li Ukraynayê; Teqînek Donetsk hejad

Russia Today êvara Sêşemê ragihand ku li Komara Donetsk teqîneke mezin pêk hatiye.

Ji hefteya borî ve, ji ber zêdebûna tundî û bombebarana hêzên Ukraynayê, aloziyên leşkerî li herêmên Donetsk û Luhansk zêde bûne.

Di vê navberê de, Russia Today li ser zarê çavkaniyên xwecihî radigihîne ku êvara Sêşemê li navenda bajarê Donetsk dengê teqîneke bihêz hatiye bihîstin.

Li gorî agahiyên destpêkê ji ber vê teqînê ti ziyanên canî çênebûne.

Ev teqîn hevdemê bombebaran û avêtina topan ji aliyê artîşa Ukraynayê pêk hat.

Beriya niha karbidestên Komara Donetskê roja Sêşemê ragihandibûn ku di êrîşa artêşa Ukraynayê de 3 sivîl hatine kuştin.

Rayedarên Komara Luhanskê jî ragihandin ku di êrîşên artêşa Ukraynayê de 2 sivîl hatine kuştin.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn roja Duşemê di biryarnameyekê de ragihand ku Moskow serweriya komarên Donetsk û Luhanskê nas dike û bi rêberên wan re peymanên dostanî, hevkarî û alîkariya hevbeş îmze kir.

Serepeyv