Sibat 21, 2022 21:15 Asia/Tehran
  • Bahozeke din li bakurê Fransayê qewimî

Piştî bahoza Onîsê û ziyanên ji ber wê, vê carê bahoza Franklînê li Fransayê rabûye û ji ber wê elektrîka 12 hezar malan qut bûye.

Bahoza Onîsê heta niha li welatên Holanda, Polonya, Brîtanya, Almanya, Beljîka û Îrlendê canê zêdetir ji 15 kesan girtiye.

Tevî ku hêza Bahoza Franklînê ji ya Onîsê kêmtir e, lê ji ber ziyanên ku vê bahozê di 48 saetên borî da pêk anîne, gelek dar li bakurê Fransayê dibe ku bikevin.

 

Serepeyv