Sibat 19, 2022 20:50 Asia/Tehran
  • Li Nîjeryayê di teqîna kamyonekê de 17 kes mirin

Bi kêmî ve 17 kes roja Înîyê di encama teqîna kamyoneke tankerê neftê de li başûrê rojavayê Nîjeryayê hatin kuştin.

Li gorî AFP'ê, çavkaniyên Nîjeryayê ragihand, teqîn li pey qezayeke li otobaneke qelebalix a li başûrê rojavayê eyaleta Ogun pêk hat.

Li gorî hêzên rizgarker, îhtimala zêdebûna hejmara qurbaniyan heye û hejmara birîndarên vê qezayê jî heta niha nediyare.

Li Nîjeryayê dem bi dem qezayên bi tankerên petrolê diqewimin. Rewşa rê li Nîjeryayê ne baş e Yek ji sedemên zêdebûna hejmara kuştî û birîndaran di rewşên wiha de herikîna xelkê ye ji bo dizîna sotemeniyê ji tankeran e.

Di Hezîrana 2021 de, qezayek bi heman rengî li Lagosê pênc kes mirin û 13 kes jî birîndar bûn.

Du meh berê li eyaleta Benueyê tankera petrolê wergeriya û şewat derket 12 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Di vê bûyerê de bi dehan xanî jî şewitîn.

Serepeyv