Sibat 18, 2022 17:10 Asia/Tehran
  •   Li ser rewşa Ukraynayê: Blinken û Lavrov dê hefteya bê dicivin

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, Wezîrê Derve yê wî welatî Antony Blinken vexwendina ji aliyê Wezîrê Derve yê Rûsyayê ve ji bo hevdîtinekê pejirandiye, lê bi mercê ku Rûsya êrîşî Ukraynayê neke.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price ragihand, Blinken pêşniyar kiriye ku ew hevdîtin heftiya bê li Ewropayê be.

Ned Price diyar kir, Blinken bi wê mercê razî bûye ku bi Lavrov re bicive ku Rûsya êrîşî Ukrayne neke.

Ji aliyekî din ve Koşka Spî ragihand, Serokê Amerîkayê Joe Biden dê îro bi serkirdeyên welatên Hevpeyman re biaxive û rewş û dawî pêşhatên komkirina hêzên Rûsya li ser sînorê Ukraynayê gotûbêj bikin.

Ji aliyekî din ve, duh Pêncşembê hejmarek ji serbazên Amerîkayê gihiştin Slovakiya ji bo ku beşdariyê di rahênanên NATO de bikin.

Serokerkanê Artêşa Slovakiya ragihandiye, rahênanên Ciber Strike 22 taybet in bi bihêzkirina hevkariyê di navbera hevpeymanan de.

Biryar e 1200 serbaz û 500 otomobîlên leşkerî yên Amerîkayê di rahênanê de beşdar bin.

 

Serepeyv