Çile 28, 2022 11:22 Asia/Tehran
  • Berteka Çînê li hember ketina balafira F-35 a Amerîkayê

Di berteka li hemberî ketina balafira amerîkî de, Pekînê şîret li Waşîngton kir ku li şûna nîşandan hêz û karîna xwe li aştî û aramiyê bigere.

Li gor raporta Klûba Nûçegihanên Ciwan a Îranê, Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Çînê Jao Lîciyan piştî ketina balafira şer a F-35 a artêşa Amerîkayê li deryaya Çînê ya Başûr û li ser pirsekê derbarê vê yekê ku gelo Pekîn dixwaze ku wê balafirê desteser bike?, got: "Ti meyl û hezkirineke me derbarê balafirên amerîkî tuneye."

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê amaje bi bûyerên bi vî rengî yên artêşa Amerîkayê yên li herêmê û bûyera keştiya binavkî ya nukleeriya Amerîkayê kir û got, "Em bang li Amerîkayê dikin ku li şûna ku hêz û karîna xwe nîşan bide, li herêmê rê li ber çalakiyên aştiyane û aramiyê veke."

Beriya 3 rojan balafireke şer a F-35 dema ku dixwest li ser papora balafirhilgira Carl Vinson rûne, kete nav Behra Çînê ya Başûr. Pîlotê wê hat rizgarkirin, lê 7 personel birîndar bûn.

Li gorî ajansên nûçeyan, Amerîka hewl dide balafira F-35 beriya Çîniyan ji avê derxîne.

Di Cotmeha 2021ê de keştiya binavokî ya Amerîkî USS Connecticut li Deryaya Çînê ya Başûr bi tiştekî nenas re qelibî û bû sedema xisarekê.

Serepeyv