Çile 28, 2022 09:20 Asia/Tehran
  • Li Lîbyayê di navbera artêşê û çeteyên DAIŞ`ê de şer

Artêşa Lîbyayê ragihand ku duh di navbera hêzên wan û çeteyên DAIŞ`ê de li derdora bajarê El-Qetrûn ê başûrê welat şer derket û di encama wê de du çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.

Gerîndeyê rêveberiya beşa manewî di Fermandariya Giştî ya artêşê de Xalid El-Mehcûb got, şerê ku li herêma başûr rû da hê jî didome û dê heta tunekirina rêxistinên terorîst bidome, her wiha diyar kir ku sewqiyatên leşkerî di aliyê bejahî û hewayî de ji bo destekdayîna ji hêzên başûr re hatine şandin

Serepeyv