Çile 27, 2022 13:05 Asia/Tehran
  •  Alîkarê Berdevkê Talibanê: Em ji bo berfirehkirina pêwendiyan bi Îranê ra hewil didin

Alîkarê Berdevkê Talibanê tevî tekeziya li ser pêkanîna danûstandina yeksan di gel hemî welatan û berfirehkirina pêwendiyan tev Îranê, got ku dewleta nû ya Efxanistanê neçar bi berçavgirtina danasîna civaka cîhanî ji hikûmeta giştalî nîne.

En'amullah Semenganî, Alîkarê Berdevkê Talibanê bi beşdariya di bernameya Çiraya Sor a televîziyona Sahar'a Efxanistanê derbarê delweta giştalî, pêwendiya tev welatên navçe û cîhanê û her wiha mafên jinan, fêrkarî û civîna vê dawiyê ya Osloyê axivî.

Wî got ku Imarata Îslamî hema wisa ji bo çalakbûna rêveberiyên dewletê hewil dide û di eynî demê da li dû vejiyandin û alîkariya beşa sivîl li Efxanistanê ye da ku rewş ji bo karkirinê zêdetir ji berê li vî welatî xweş bibe.

 

Wî got ku aniha Taliban li ser piyê xwe rawestiyaye û li dû alîkarî û armancên yên derveyî nîne.

Alîkarê Berdevkê Talibanê got: Aniha Efxanistana serbixwe li ser cînareta baş tekezî dike û di eynî demê da hewil dide ku giştan pêwendiyeke baş hebe; Elbet yên din jî bila bi berçavgirtina rewşa Efxanistanê, dev ji her cûre destwerdanê berdin.

Alîkarê Berdevkê Talibanê derbarê pêwendiya bi Îranê ra jî got ku Komara Îslamî ya Îranê bi nêrîna me cînareke baş û mezin e û em ji bo berfirehkirina pêwendiyên baş dixebitin.

 

Wî got: Îranê jî derbarê mijarên Efxanistanê hertim zemîneyên baş dabîn kirine û em hêvîdar in ku Efxanistan û Îran pêwendiyan berfireh bikin.

Alîkarê Berdevkê Talibanê derbarê pêwendiyên aborî bi Îranê ra jî got: Taliban bi başî pêwendiyan baş a aborî bi Îranê ra bawer dike. Di mehên dawiyê da jî hin civînên ku di gel rayedarên Îranê li Kabul û Têhranê pêk hatin, zêdetir bala xwe dan ser mijarên Efxanistanê ku şandina elektrîka Îranê jî mînakeke van hevkariyan e. Em sipasdarê Îranê ne û ji bo berfirehkirin apêwendiyan dixebitin.

Semenganî got: Welatên rojavayê pergalek li Efxanistanê danîbûn, hetaa sedî 75ê mesrefa wê didan, kabîne û serokomar tayîn dikirin; Lê giştan dît ku sîstema wan a beriya Talibanê hilweşiya, ji ber ku pişta xwe dabû biyaniyan û ev derseke baş e. Civaka cîhanî divê fêr bibe ku efxaniyan bihêle bila bixwe çarenivîsa welatê xwe diyar bikin.

Wî derbarê teqînên vê dawiyê û çalakiya koma terorîst a DAIŞê jî got: Tevî ku em baawer in hîn sîstemên ewlehiyê û organên dewletê pêvajoya xwe ya kemilînê derbas nekiriye, lê dîsan jî pirsgirêkên cidî yên ewlehiyê tunene û pirsgirêk hatine rêvebirin.

Alîkarê Berdevkê Talibanê got: Imarata Îslamî ya Efxanistanê ji welatên biyanî dixwaze ku dewsa kêşesaziya di gel hikûmeta niha ya Efxanistanê, derfet bidin me.

Semenganî di dewamê da amaje bi mafên jinan li Efxanistanê kir û got ku tiştê ku di vê heyamê da derbarê mafên jinan dihat got, tam nedurust bû.

 

Serepeyv