Çile 20, 2022 15:41 Asia/Tehran
  • Li Burkina Faso bombeyekî çandî teqiya û 4 leşkerên Fransayê birîndar bûn

Li bakurê Burkina Faso, di rêya leşkerên Fransayê têde derbas dibûn bombeyekî çendî teqiya û 4 leşkerên Fransayê bi giran birîndar bûn.

Li gor daxuyaniya serfermandariya Fransayê, şeva borî wesayîta leşkerî ya leşkerên Fransayê têdebûn nêzîk balefirgeha Ouahigouya re dema derbas dibûn bombeyekî dest hatî çêkirin teqiyaye û di encamê de 4 leşkerên Fransayê yên di wesayîtê de bûn, giran birîndar bûne.

Hat ragehandin birîndar ji nexwaşxaneya bajarê Gao ya Malî re hatine veguhestin.

Heta naha ti aliyekî berpirsyartiya êrîşê negirtiye ser xwe.

Balefirgeha Ouahigouya roja 13ê Çile ya 2022yê jî ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve bibû armanca êrîşê û gelek avahî hatibûn jinavbirin.

Burkina Faso, ji sala 2015ê ve dibe armanca êrîşên terorîstî. Li gor Netewên Yekgirtî li welat zêdetirî yek milyon û nîv kes ji cîhên xwe bûne.

Serepeyv