WHO: Korona hîn neqediyaye
Serokê Rêxistina Tendirustiya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus dîyar kir ku pandemîya vîrusa korona hîn neqediyaye.
Adhanom Ghebreyesus da zanîn ku hin rêberên cîhanê jiber sivîkiya cureya vîrusa korona ya bi navê Omicronê wek ku dawî li pandemîyê tevdigerin, lê got ku gefên vîrusê çêkirine didomin.
Herwiha Adhanom Ghebreyesus got:‘’Bi giştî bi cureya Omicronê semptomên sivik çêdibin, lê nebêjin ku ew nexweşîyeke sivik e. Bi Omicronê meriv dikare di nexweşxanê keve û ew rê li ber mirinan vedike.’’
Wî dîyar kir ku li seranserê cîhanê jiber Omicronê pêketin zêde bûne û bal kişand hefteya borî li cîhanê 18 mîlyon pêketin hatine tomar kirin.
Serokê WHO da zanîn ku li hin welatan hîn jî rêjeya karanîna vaksîna vîrusa korona hindik e û dîyar kir ku ew rewiş fikaran çêdike.
Adhanom Ghebreyesus got ku bo kesên vaksîn li xwe nedane rîskên nexweşîyê û mirinê zêdetir in.
Di vê navberê de Ewropa, bûye cihê belavbûna zêde ya Omicron; Hejmara pêketiyên Omicronê li Almanyayê gihîştiye zêdetirî sed hezarî û Fransa roja Sêşemê ragihand ku nêzî nîv mîlyon kes li vî welatî bi Omîcronê ketine.