Li du parêzgehên Efganîstanê erdhejek kujer pêk hat
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i331478-li_du_parêzgehên_efganîstanê_erdhejek_kujer_pêk_hat
Li parêzgehên Herat û Badghis ên Efganîstanê du erdhej pêk hatin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 17, 2022 19:37 Asia/Tehran
  • Li du parêzgehên Efganîstanê erdhejek kujer pêk hat

Li parêzgehên Herat û Badghis ên Efganîstanê du erdhej pêk hatin.

Li gorî rapora IRNA`yê, erdheja yekem li parêzgeha Heratê pêk hat û 12 kes mirin.

Erdhej di saet 14.00’an de bi hêza 5,6 rîxterê 10 kîlometre di bin erdê de pêk hat.

Navenda erdhejê 49 km li bakurê Qela-New li parêzgeha Badghis û 145 km bakurê rojhilatê Heratê bû.

Di erdheja duyem de çend malên niştecihbûnê li parêzgeha Badghis hilweşiyan, lê ti ziyanên canî çênebûn.

Bûyer di demekê de pêk hat ku ji ber baranê malên xelkê Heratê di bin avê de man.