Çile 16, 2022 12:07 Asia/Tehran
  • Li Qazaxistanê di xwepêşandanan de 225 kes hatin kuştin

Dozgeriya Qazaxistanê roja şemiyê ragihand ku 225 kes, di nav wan de 19 hêzên ewlehiyê, di xwepêşandanên hefteya borî de li Kazaxistanê hatine kuştin.

Li gorî rapora IRNA`yê; Li bajarên Aktau û Janaozîn ên eyaleta Mangistao ya Kazakîstanê bi sedan kes di 2'ê Çile de li dijî zêdebûna buhayê sotemeniyê çalakî li dar xistin.

Tevî rêkevtina hikûmeta Qazaxistanê ji bo kêmkirina bihayan, lê şer û pevçûn û xwenîşandan li hin bajaran zêde bûn û di dawiyê de li ser daxwaza Qasim Cumart Takayav serokomarê Qazaxistanê, bi şandina Hêzên Ewlekariya Komî ya komarên Soviyeta berê di serî de hêzên rûsî, xwepêşander û nerazî serkut bûn û aramî vegeriya vî welatî.

Hêzên bi navê aştîparêz ên Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf(Komî) (CSTO) ji yekîneyên Rûsya, Belarûs, Ermenistan, Tacîkistan, Qazakistan û Qirxizistanê pêk tê. Afganîstan û Sirbîstan du endamên çavdêr in ku di sala 2013'an de tevlî rêxistinê bûne.

Serepeyv