Çile 16, 2022 09:54 Asia/Tehran
  • Li Nîjeryayê di êrîşekî çekdarî de 13 sîvîl mirin

Mirovên çekdar li Nîjeryayê di êrîşa ser xelkê gundekî de 13 gundî kuştin

Berdevkê polîsê eyaleta Nîger Wasiu Abiodun ragehand, kesên çekdar êrîşî cotkarên gundê Nakundna yên di zeviyên xwe de kar dikirin kirine.

Abiodun ragehand, di êrîşê de 13 kesan canê xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne.

Abiodun got, kesên birîndar birine nexwaşxanan û hêzên ewlehiyê ji herêmê re hatine şandin û derbarê bûyerê de lêpirsîn destpê kirine.

Li gor çapemeniya netewî ya Nîjeryayê jî di êrîşê de hat ragehandin ku 37 kes mirine.  

Serepeyv