Tirkiye û Ermenistanê ji bo dewama gotûbêjên bêpêşmerc li hev kir
Çile 15, 2022 18:33 Asia/Tehran
Enqere û Yêrîvanê li hev kir ku gotûbêjên tam bê mebesta asayîkirina pêwendiyan bêyî raberkirina pêşmercê bidomînin.
Li gorî rapora IRIB Newsê ji Yêrîvanê, Wezareta derve ya Ermenistanê ragihand: Yekemîn hevdîtina fermî ya nûnerên Tirkiye û Ermenistanê roja 14ê Çileyê li paş deriyên girtî li Moskoyê û bi awayê dualî pêk hat.
Nûnerê Ermenistanê di vê hevdîtinê da Robin Robîniyan cîgirê serokê Parlimana Ermenistanê û nûnerê taybet ê Tirkiyê Serdar Qilîç balyozê berê yê Tirkiyê li Amerîkayê bû.