Volkaneke binavî li Oqyanûsa Atlantîkê çalak bû
Çile 15, 2022 16:14 Asia/Tehran
Ji ber çalakbûna volkana binavî ya Tonga-Hunga'ê li Oqyanûsa Atlantîkê, şêniyên vê navçeyê ji tirsa qewimîna sonamiyê tirsiyane.
Li gorî rapora Fars Newsê, Li pey çalakbûna volkana binavî ya Tonga-Hunga'ê li Oqyanûsa Atlantîkê, xwelî, gaz û hilm heta bilindahiya 20 kîlomitriya asimên çûye.
Ev di halekî da ye ku derdem piştî çalakbûna volkanê, hişyariya sonamiyê li giravên qiraltiya Tongayê hatiye dayîn.
Ev volkan di 30 kîlomitriya başûrê rojhilatê Giravên Fono Afûyê li Tongayê û li Oqyanûsa Atlantîkê ye.