Çile 13, 2022 22:57 Asia/Tehran
  • Di civîna bilind a welatên Tirkîziman de mijara Qazaxistan cih digire

Di civîna wezîrên karên derve yên welatên Tirkîziman de mijara Qazaxistanê bi hûrî tê hilkolandin û gotûbêjkirin.

Li gor rapora nûçegihanê ajansa nûçeyan a Fars News`ê li Taşkendê paytexta Uzbekistanê, civîna wezîrên karên derve yên Konseya Hevkariyê ya welatên Tirkîziman ku ji Komara Azerbaycan, Qezaqistan, Qirqîzistan, Tirkiye, Uzbekistan, Macaristan û Tirkmenistanê pêk tê, bi vîdeo-konferansê hat lidarxistin.

Beşdarên civînê hevxemiya xwe bi gel û karbidestên Qazaxistanê nîşan dan û tekez li ser wê yekê kirin ku di zûtirîn dem de aştî û aramî li vî welatî pêk were.

Tevî ku serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan amadebûna şandina leşkeran ji welatên tirkîziman ji bo serkutkirin û bêdengkirina nerazîbûnên gelê Qazaxistanê diyar kiribû, Serokomarê Qazaxistanê Qasim Cûmart Takayêv ev daxwaz bê bersiv hêşt.

Vê dawiyê gelê Qazaxistanê li dijî bilindbûna nirxê gaza avekî ya trombêlan bi xwepêşandanan nerazîbûn nîşan dan. Lê  belê Tokayev ji bo serkutkirina van nerizamendiyan, serî li Rêxistina Peymana Ewlekariya Komî da, ku wê rêxistinê û di serî de Rûsyayê leşker şandin Qazaxistanê. Serokê Qazaxistanê piştî aramiya nisbî spasiya rêxistinê kir.

Di encama şer û pevçûnên çêbûyî ji ber van nerizamendiyan de bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn û hezaran kes jî hatin girtin.

Serepeyv