Çile 13, 2022 15:05 Asia/Tehran
  • Sekreterê Giştî yê NATOyê bi Wezîrên Parastinê yên Yekîtiya Ewropayê re civiya

Sekreterê Giştî yê NATOyê bi Wezîrên Parastinê yên Yekîtiya Ewropayê re civiya û ser mijarên ewlekariyê, bi taybetî seferberiya leşkerî ya Rûsyayê ya li nêzî sînorê Ukraynayê bi wan re gotûbêj dikie.

Li gorî rapora ISNA`yê, Sekreterê Giştî yê NATO`yê Jens Stoltenberg li bajarê Brest ê Fransayê bi wezîrên berevaniyê yên Yekîtiya Ewropayê re hevdîtin pêk anî û ragihand:  “Min li ser rapora duh (çarşemê) civîna Konseya NATO-Rûsyayê agahî da wezîrên parastinê yên Yekîtiya Ewropayê; "Civîna ku hevpeymanên NATO û Rûsyayê li ser pêwîstiya ji nû ve destpêkirina gotûbêjan û şopandina rojeva civînên pêşerojê li hev kirin."

Wî di dewama axivtina xwe de got: "Hevkariya nêzîk di navbera NATO û Yekîtiya Ewropî de di vê qonaxa krîtîk de ji her demê bêtir ji bo ewlehiya Ewropî girîng e."

Amerîkayê ku hertim li behaneyan digere da ku zextê li ser Rûsyayê wekî hêza reqîbê xwe li rojhilatê zêde bike, niha jî bi îdiaya ku hebûna hêzên Rûsyayê li ser sînorê Ukraynayê metirsî li ser vî welatî ye, hewl dide bi vê hencetê navçê aloz bike da ku bi vî awayî zext û zorê bêxe ser Rûsyayê.

Rûsyayê jî çendîn caran ragihandiye ku hebûna wê ya leşkerî li ser sînorê Ukraynayê karekî asayî yê leşkerî ye, lê Amerîka û hevpeymanên wê berdewam in li ser vê yekê ku rewşê li ser sînorê Rûsya û Ukraynayê aloz nîşan bidin.

Serepeyv