Çile 13, 2022 11:41 Asia/Tehran
  • Li Nîjerya Dêr hilweşiya û 10 kes mirin

Li eyaleta Delta ya Nîjeryayê ji ber dêrê ya 3 tebeq hilweşiya, li gor agahiyên destpêkê 10 kesan canê xwe ji dest dane.

Berpirsê tenduristiya eyaleta Delta ya Nîjeryayê Dr. Ononye Mordî ragehand, li herêma Okpanam a eyaleta Delta dêrekî 3 tebeq hilweşiyaye û herî kêm xwe gihandine termê 10 kesên di bin xirabeyan de mane û 8 kes jî hatine rizgar kirin.

Mordî got, xebatên rizgarkirinê berdewam dikin û birîndar jî tên derman kirin. Lê nîgeranî heye ku hejmara miriyan zêde bibe.

Hat ragehandin di dema hilweşandina dêrê de zêdetirî 50 kesan li wê derê amade bûne.

Serepeyv