Çile 12, 2022 16:11 Asia/Tehran
  • Di pevçûnekê de 3 leşkerên Ermenistan û Komara Azerbaycanê hatin kuştin

Di şer û pevçûnan de 3 leşkerên Ermenî û Azerbaycanî li nêzî herêma nakokî li ser li Qerebaxê hatin kuştin.

Wezareta Parastinê ya Ermenîstanê ragihand ku duh sêşemê di encama êrîşa hêzên Azerbaycanê de 2 leşkerên Ermenî hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Li gorî rapora Wezareta Parastinê ya Ermenîstanê, artêşa Komara Azerbaycanê ji bo topbaran û bombebarankirina herêmên sînorî yên vî welatî, top û balafirên bêpîlot yên Tirkiyeyî bi kar anîn.

Ji aliyê din ve Wezareta Berevaniyê ya Komara Azerbaycanê duh (sêşemê) ragihandibû ku di encama gullereşandina hêzên Ermenistanê de li sînorê her du welatan leşkerekî azerî hatiye kuştin.

Tevî ku di Mijdara 2020’an de di navbera Komara Azerbaycan û Ermenîstanê de peymanek aştî û agirbestê hate îmzekirin, ku şerê 6 hefteyî li herêma nakokî li ser a Qerebaxê bi dawî anî, di navbera hêzên her du welatan de gelek caran pevçûnên çekdarî rû didin.

Serepeyv