Serokê Parlamenta Ewropayê li nexweşxanê de ji dunê çû
Çile 12, 2022 13:46 Asia/Tehran
Serokê Parlamenta Ewropayê David Sassoli îro di temenê 65 saliya xwe de ji dunê çû.
Berdevkê Serokê Parlamenta Ewropayê Roberto Cuillo ragihand, David Sassoli îro saet 1:15 li nexweşxaneyeke bajarê Aviano yê Îtalyayê koça dawiyê kir.
Roberto Cuillo da zanîn, Sassoli ji ber nexweşiyeke giran ve, ji du hefteyan ve li nexweşxanê bû. û di dewamê de got: Di çend saetên bê de, dê dem û cihê veşartina termê wî werin diyarkirin.
Sassoli endamê Hevbendiya Pêşverû ya Çep a Sosyalîst û Demokratan bû ku duyemîn koma herî mezin a parlamentê ye, piştî Partiya Gel a Ewropayê ya rastgir a navendî.
Tê payîn roja Sêşema hefteya bê, Parlementerên Ewopayê ji bo hilbijartina kesekî li şûna Sassoli, deng bidin.