Çile 11, 2022 18:36 Asia/Tehran
  •  David Sassoli, Serokê Parlamentoya Ewropayê mir

Hat ragihandin ku Serokê Parlamentoya Ewropayê (PE) David Sassoli li nexweşxaneya ku 2 hefte ye lê dihat dermankirin mir.

Berdevkê Serokê Parlamentoya Ewropayê Roberto Cuillo li ser hesbê xwe yê Twitterê ragihand ku David Sassoli mir.

Sassoli li bajarê Aviano yê li bakurê rojhilatê Îtalyayê li nexweşxaneya ku lê dima di demjimêr 01:15an de mir.

Parlamentoya Ewropayê berê ragihandibû ku Sassolî yê 65 salî ji ber nexweşiya giran a têkçûna berevaniya laşê wî ew rakiribûn nexweşxaneyê.

Ji ber nexweşî û dermankirina Sassolî ji 26ê Berfenbarê vir ve çalakiyên wî yên fermî hatibûn betalkirin.

Sassoli di meha îlona borî de de ji ber nexweşiya pişikê radikiribûn nexweşxaneyê û ji ber wê yekê jç nikarîbû beşdarî civînên bilind ên Yekîtiya Ewropayê bibe.

David Sassolî cara yekem di sala 2009an de bo Parlamentoya Ewropayê hat hilbijartin û di sala 2019an de jî wek serokê Parlamentoya Ewropayê hatibû hilbijartin.

Sassolî di hilbijartinên serokatiya PEyê de ku wê di 17-20'ê Çileyê de li Strasboûrgê bê kirin, nebûbû berbijêr.

Serepeyv