Wezareta Karên Hundir a Qazaxistanê: 8 hezar kes hatin girtin
Çile 11, 2022 09:06 Asia/Tehran
Wezareta Karên Hundir a Qazaxistanê duh ragihand ku hêzên ewlehiyê di xwepêşandanên li welêt de nêzî 8 hezar kes girtine.
Komîteya Ewlehiya Neteweyî ya Qazaxistanê da zanîn ku rewş li welêt aram bûye û ketiye bin kontrolê.
AFP`ê ragihand ku înternet dîsa li Almatiyê vebûye piştî ku 5 rojan hatibû qutkirin.
Nivîsgeha Serokatiyê ya Qazaxistanê duh ragihandibû ku gelek kargehên stratejîk ên welêt ji aliyê hêzên koalîsyonê ve ya bi serkêşiya Rûsyayê, tên parastin.
Hikûmeta Qazaxistanê ji bo tepeserkirina neraziyan ji welatên koalîsyona hevqazanc a bi serokatiya Rûsyayê xwestibû ku hêzan bişîne vî welatî û di encama fermana hikûmetê heya niha bi dehan kes ji xwepêşanderan hatine kuştin û birîndar bûne.